Derketina min ji mal û çûyîna Akademiyê

Bîstê meha cotmehê bû, dimenê diya min tê pêş çavê min, di pey min de digrî, li ber deriyê malê rawesta bû bi ramanê ku kurê xwe rêbikê mirinê ve tijî bû,lê wê jî dizanî ku ne wê ne jî bavê min ez rê dikirim. Ez bi xwe bi daxwaza xwe di ketme serpêhati û rêkekî kesnezan de. Bi navgînekî û zilamekî kor re di ketme rê de.


Lê nesîbê min hebû ku carekî dîtir berê min kete malê de lê evcar, ji bo ku careke dîtir venegerime malê di ketme rê de. Ramanê min tenê ew bû ku ez asta pêşketina xwe pêşanî bavê xwe bidim. Di dilê wan de derdê min, di ramanê min de jî, rêkekî bê veger.
Ji xwe bira û xwîşkên min zêde jî di bîra min de nebûn, hema wekî ku ez ji bo çendrojekê diçime serdena malekê, dibe ku dema ez hatim min birayên xwe nedîtibin jî. Ji kuderê çavkaniya xwe di girt nizanim lê bêxemîyekî bê hempa nava min dagirtibû. Ji yek xalê pêve çavên min ti tişt ne didît.
Diya min li ber devê derî dîsan digrî.wê xwîna xwe û malzaroka xwe terkedinya dikir. Sitêrka xwe ji himêza xwe derdixist û bi dest xelkê ve berdida, lê hêzên derveyî wê bûn yên ku canê wê jê didizîn. Ma bi aşkere jî bê wî çi bikiribane.
Bavê min radyoyek diyarî dabû min û gotubû “vê radyoyê bigre tê ji xwe re li wanderan guhdar bikê,wekî dîtir jî êdî perê te û mesrefa te girêdayî wan e, silavê min jî li serok bike”
Û ez û bavê xwe bi tenê di nava navgînê de ketne rêka bielefeld ê. Di rê de strana zozan an jî bi dengê zozan “zozan zozan” di qîriya. Min wekî zilaman cilekî nu li xwe kiribû. Wekî kesekî, bavê min ez rext kiribûm û birê dikirim. Li komela bielefeldê em zêde neman. Yekser ez û bavê xwe ketne rêka rawestgeha qîtarê. Zêde dur nebû. Me ji bo min bilêta bonnê birî û em li benda birêketina şemendîferê rawestan.
Dema ku qîtar wî bi rê ketibane berî ku ez lê siwar werim, hema li ber deryê wê min xatir ji bavê xwe xwest. Ew di jiyana minî hetanî wî temenî de cara yekem bû min bavê xwe ewqasî nêzîkî xwe didît. Me hevdu himêz kir û wê kêliyê gotinek ji min re kir.
« hîna temenê te piçuke, min di xwest tu hindekî dîtir mezin bibe û piştre biçê lê madem tu dixwazê biçê biçe, lê ez tenê vê ji te dixwazim, ez naxwazim ku tu bi rengekî erzan û zu şehîd bikevê, û dixwazim ku tu bibe fermandarekî mezin. »
wekî daxwaza bersiva tevayî keda panzde sala bû, bavê min ewqas ji bo min kiribû û di encamde tiştê ku ji min di xwest ew bû. Ji xwe diya min tenê tiştê ku ji min di xwest ew bû ku ez agir bi dilê wê nexim.
min jî ne dizanî û wî jî ne dizanî bê ka wê di dahatî de çi li min werê, ji xwe di ramanê min de jî tiştekî wisan nebû. Rêk dur û kesnezan bû, çarenivîsa min ne di destê min debû êdî.
Ew berî bi çend mehan bû ku ez di hizirîm biçme Efxenistanê bibme « mucahît » bi navekî dîtir bibme şoreşgerê Islamê…
Qîtar, wekî revingekî mirinê birêve diçu, lê herkesek berbi cihekî xwe ve diçu, ber bi cihê ku dixwazê ve.
Li bonê ez zêde nemabûm, li hunerkomê çendrojekî mabûm lê hevil û karîgeriya bêhunerîyê ez di êşandim. Dema ku ez li balefirê siwar bûm, wekî ku ez di asmanan re bi balên xwe di firim, azad bûm. Bêrîkirina min ji bo gundê min bû, lê dema ku di teyarê de berbi hola teyarê ya şamê ve daketin di aso de ew roja ku heldihat dîmenî gundê me anî ji min re, çend şikêrên sipî li peş soriya tavê bûn, hewa hewaya rojhilatbû, hinavê min hînik dikir. Mirin jî bê li vir xweş bû, erê wê demê wisan bû. Arazu, xwe gihandina demsalên welatê di nava ruçkê minî zaroktî de bû. Minê ew li kuderê bidîtane nizanim. Lê ez ji xwe razî bûm ku zilamtiya zilaman li cem min tu nirxên xwe nebû. Ez hîna zarok bûm, hewaya min ya zarokekî pêgihiştî bû, ez çiqas pêgihiştibûm nizanim.
Hivdehê meha pênca bû, meha gulanê. Zêde li şamê nemam, her tişt ji bo min cuda û xerîb lê ewqasî jî xweş bû. Edî herkesê wir hevalê min bûn. Wêneyên min girtin navê kî nû min li xwe kir, nasnameyek ji bo min çêkirin.
Wê demê nasnameya min guherî.
Gelo guherî bû ?
Dema ku min berê xwe da wî hevrazê wargeha beka, temenê min ketibû şazdehan de. Muwên simbêlê min tenê bi xêra eynikê ve dihate xuyanî.
Zarokek bûm ez, hîna bi têrayî bi hevalên xwe yên zarok re ne leyistibûm. Bi têrayî bi zanebûnekî kurtî ve min diya xwe û bavê xwe himêz nekiribûn,
Zarokek bûm ez, dema ku di girê Beka de biser diketim gotina mamosteya minî Elman, (wekî ku me di got) Frau Karsten dihatne bira min. « tu hîna piçukî temenê te hîna nebûya hejde sal tu çawan bi siyasetê re mijul dibe »
Bê guman em ewqas bûbûne mirovên siyasî me ji xwe re digot ; « mamoste dixwaze me ji doz û tekoşîna me dur bixe »
Min di got, “ezî biçim ammosta ezê biçim win çi bikin bikin, ezê biçim welatê xwe »
Hema wekî ku min gotî bi vî rengî zaroktiya min kete nava gomekî dîrokî ku derveyî xwezaya mirovan e.
Diya min çi digot? Bavê min çi di got?
An jî wekî ku em fêr bûne bi rengekî giştî dayikên me çi di gotin, bavên me çi di gotin?
“Win pehlewanin, win qehremanin, win mêrxasin, win diçine mirinê lê ku win nebin em jî nînîn… her tiştê me winin.”
Dema ku ez derketme ser rasta kampa Beka, -bi navê wê yê hingî Akademiya Mahsum Korkmaz,- ez bûbûme mirovekî dîtir. Mal nema, dayik nema, bav nema, xuşka minî ku min wekî xwedayekî erê wekî xwedawendekî hez lê dikir nema…
Ew tiştên “piçuk” bûn “ne giringbûn” ew “dawî bûn”
Ji min re wekî leyistokekê dihat. Lê bê gûman leyistokekî sehrawî.
Lê yek pirs hebû hîna jî min tu bersiv jêre nedîtiye. “her kes di vê rêkê de nu ye û ji bo wan zêdetir sehrawî û bi heyecane, başe çima ez ne xwedyê wê me û hertim hindekîdîtir xwe xwedyê wê dibînin.” Bê guman ez xwedyê wê bûm, ew rêka min bû, lê ti car jî ez nebûme xwedyê wê.
Çiya xweş bûn, gotin xweş bûn, tevger û bizav xweş bûn, ew şano xweş bû…
Ez jî wekî tevayî endamên wê wargehê bi cilên leşkerî di gereham, her giz bi hevalekî xwe re diçume avê û li gorî rê û rêbazê wir tevdigeriyam…
Deh rojên min ne qediya bûn, ez, ew kesê ku ti tiştê xwe êdî yê xwe nabîne, xwe bi tevayî hebûna xwe ve yê vê tevgerê dibîne, hatme gazîkirin, çi bû min ne dizanî, bangkirina min jî ji bo min mizgînî û bûyerekî bê hempa bû. Kanî, fermandarê wargehê, bi ruken û ruxweşi, bi fermoya xwe ez li ser daniştikekî piçuk dame runiştandin û dest bi gotinên xwe kir.
“heval tu ev çendrojeke hatiye, me hindekî pirsa te ji hevalan kir, ji xwe em liv û tevgerên te jî di şopînin, me dicî de dît ku te beşdarî nav heza berevaniya serok bikin.”
Çi bû ev gotin û daxwaz? min ne dizanî. Gelo çi dikin. Gelo çiye ev “parestina serok.” Dema ku Fermandar di geriya çendkesek li derû dorê wî hebûn, lê bi kerî çi tên min ne dizanî, dîsan jî li ser xêrê bû. Ez dibûme mirovê yekem ku ewqasî zu ketme nava hezekî wisan giring de. Sedema vê çibû, min tu car nezanî…
Wekî ku zarokek di gihişte leyistokê xwe yên zaroktî, wî kengî êdî wan leyistokan bêkêr bibîne û çavê wî bikevê rastîniya wî diyar nebû. Ew di rêka rast de bû. Wîna di tevayî temenê xwe de alîkarî dabû kesên bêhêz û hejar. Pariyê nava devê xwe kiribû du beş, beşek jê heke kesekî dîtir nedîtibane di xwar, beşê dîtir jî sedî sed dida mirovekî dîtir. Dema ku pariyek nan bê kesekî dîtir dikete devê wî, di nava xwe de nerehetiyek hest dikir. Ew derveyî hevbeşiyê ti tiştekî dîtir ne di hizirî. Hîna piçuk bû, nedikarî melhêbê bidest bigrê, dîsan jî diçu alîkariya gundiyan, dixwest tevayî bênderên wan rakê.
Li welatê xerîbiyê li Elmanya jî gelek caran arîkarî dabû hindek kesên bêhêz ku qet nas jî nake.
Ji bo vê bû di pey dîmenekî de dibezî, dimenekî ku bi mirovheziyê hatibê xemilandin. Ew dîmen li kuderê vane ew jî li wir bû.
Sedema ku di temen piçukiya xwe de kete bin çeke ev bû.
Bê gûman derunê mirov ne hebûnekî mekanîk û yekreng e. sedemên tevgerîna wî ti car bi yek gotin û nivîsê ve nayê derbirîn. Sedemên derûn tu car ne « kes » in ne jî « bûyerek ». her çend gelek kes xwe bikin xwedanê tevgerîna derunê mirovan jî ev ne wisane. Mirov tim û tim bi herikîna derunê xwe ve tevdigerin.
Ji ber wê jî sedemên ketina bin çekê bi serê xwe babeta lekolîn û hurbûnê ye.
Ez bistûheftê gulanê sala hezar û nehsed û notûduwan berevanê Fermandar bûm. Heryekî çekekî teybet bi milê me ve kiribûn, çek hindek jê yên Emerîkî M-16 bûn. Lulên wan dirêj bûn lê sivik bûn, guleyên wan zirav bûn lê ligorî digotin zêdetir metirsîdar bûn. Dema kun dikirin xwîn di herikandine nav laş.
Çekên dîtir jî sîxo Rusî bûn. Keleşkofên taze û du mil bûn.
Di destpêkê de ew hêza ku berî me berevanî dikir, ji bo azmun û zanyariya xwe bidne me em demekê bi hevre xebitîn.
Komên kesên cangor û mergxwaz. Tu hêzekî ku bikaribê xwe li peş wan bigre nebû. Temenê tevan hatiba komkirin biqasî sê kesên bi temen ne dihat. Tev jî ciwan û gênc bûn. Yê herî bi temen Îdrî bû. Ew jî ji ber ku bi demdirêjî di girtîgeha Tirkî de mabû, bedenê wî ne saxlem bû, qam kut, mil seqet û di mejiyê xwe de jî, kêşe û pirsgirêken ciddî di jiya.
Ji duv Fermandar qut ne dibû. Carna jê rojekê xwarin ne dixwar. Hema tim û tim di pey de bû. Ew jî heke wê rojê Fermandar jêre çend gotin bikirana êdî jiyan ji mere ne dima. Wî serê me biwarane. Ji xwe gelek caran dema Fermandar ji mal derdiket û bi hêrs jêre bigotana “ker oglî ker” îdrîs di firiya wê rojê cejna wî bû.
Piştî ku em bicîbûn û ez jî hema wekî yekî ji wan şervanan beşdarî xebatê bûm, û êdî bi temamî min xwe di nava wê jiyanê de winda kir û min di ramanê xwe de wisan çekir ku carene dîtir vegera vê rêkê nîne, êdî ez wekî bazekî dibeziyam li ser wan tehtên Beka yê. Ji xwe teyrê baz wekî remza me lê hatibû, awirên teyrê baz diviya ji me re bûbane mînak û çavkaniya dijwariyê. (Fermandarê me wisan digot)
Li Akademiyê, derveyî hindek cihên xortan, deverên dîtir tev wekî xanî hatibûne avakirin. Dibistan mezin bû. Cihê pencsed, şesed kesekî têde hebû. Pitukxane hema li rex wê bû. Cihên jinan jî tev bi betonê hatibûne lêkirin. Ev cihana tev li derdorê holekî fireh hatibûne avakirin. Li jor holê, dibistan, li rexê bakur cihên jinan, li rexê xwarê rêvebiriya kampê, li rexê başur jî mevanxane û cihê pêwistiyan hebû. Ev hola di navenda kampê de, ji bo pîrozbahî, ders û rêpîvanên leşkerî û werzişê dihate bikaranîn. Ji ber wê jî ava ku bi tankêrê dihat. Li kêleka holê bû. Herkesî dikarî sud jê wergirê. Xeleka yekem ev xanî bûn li derdorê holê. Xeleka duwem, hin firetir û durtirbû. Cihên xortan zêdetir bi nalyonan wekî kona hatibûne danîn. Li rexê xware di rasta cihê rêvebiriyê de konekî desteyekê avedankirîbû. Li milê jor jî çend cihên dîtir hebû. Li xwara tevan hema li ber xidudê kampê mala Fermandar hebû. Ev mal jî bi betonê lêkirî bû. Li gorî wê derê bê guman cihekî hîn zêdetir teybet bû. Hewşa xwe zêde fire nebû. Di navbera du komên şikêran de bû. Rengê dîwarên xwe sipî û dîmenê salonê kesk xwuyan dikir. Deriyekî asinî bi hewşê ve bû. Herçend kesek derveyî berpirsîyaran ne diketyê de jî, di navde cihê raketinê, xweşiştinê û avdest hebû. Xwarinxana wê jî di hewşê debû. Li herdu kêlekên xanî du tehtên mezin bilind dibûn. Li ser herdu tehtan jî du kolikên piçuk ji bo pawanan(nobedaran) hatibûn çîkirin. Me di bin wan kolikan de çavderî dikir. Xwarê xwe senger bûn, jorê xwe kolik bûn. Di kolika aliyê jor de pişkojek hebû, sîmek ji wê pişkojê dirêjî cihê me, yê çavdêran dibû. Dema ku Fermandar ji mal derdiket, wî kesê di wê sengerê de pêl wê pişkojê dikir, yekser zirênî bi xênî diket û tevayî çavdêrên amade li ber xwe didan û berê xwe didane girên bilind.
Koma me di gihişte sêzde, çarde kesan. Dema ku Fermandar derdikete derve sê, çar berevan di parestina wî nezîk de diman, her çarên dîtir jî diçune ser girên bilind, çavderiya dur dikirin. Fermandarê berevana, hertim meterê avê û desmalkên kaxezî bi dest xwe di girt û di pey wî de dimeşî.
Tevayi berevan diviya xwe li gorî wî çêkin. Wekî ku di parestina tevayî serokan de heye li gorî parezvanê xwe na meşê û tevnagerê. Heke carna di nava hindek teht û şikêran de Fermandar yekser berê xwe guhertibane diba ku ew berevanê li cem wî, wî winda bike û di cîkî dîtir ve biçe.
Ew hîna mehkî min qediya bû. Lê min wekî parezvanekî hewl dida, her çend mirovên derudorê min kul û derdê wan, ew bû ku hema xwe nêzîkî Fermandar bikin jî, çavê min her li navsera giran bû. Min her tim ji xwe re di got: “ez berevaniyekî baş bikim bila tiştek li Fermandarê me newê ya dîtir ne giringe.” Gelek caran wekî ku di nigaşê min de bûyî di xewnên min de jî min di dît: ez li kêleka Fermandar ya rastê bûm. Hevalê min Sason li kêlka wî ya çepê bû. Em li ser rêka nava Kampê dimeşîn, sertîpê me Idrîs jî hema li pişt wî di meşî. Çawan ku em di gihiştne bin girê bilind yekser gulebaranê dest pêdikir. Bi gulebaranê re yekser min xwe di avê te Fermandar ji kêleka rastê ve min ew himêz dikir. Ji wan guleyên ku bi tuj û dijwarî diatin, gelek ji wan di navenda pişta minde di çikan. Min di hinavê xwe de germbûnek hîs dikir. Kezebê min di şewitîn, laşê min bêhal dibû ez yekser di gevizîme erdê û bûyerên piştî wê ne dihatne bira min.
Miha tîrmehê min di nava xewn û xeyalên wisan de derbas kir. Kela havînê em di şewitandin lê ne li bîra min bû. Dema ku ez bi ser gir diketim û xwêdanê di qemçika min re di avêt, wekî ku ez wê demê bi rastî dijîm ez şa dibûm. Wê demê sînga min vedibû, çavê min bel dibûn, awirên min tuj dibûn. Hevalên min jî ji awirên min di tirsan.
dîsan rojek ji wan rojên tîrmehê bû. Sason li ser girê rastê yê xenî pawanî dikir. Li ser girê dîtir cudî li benda ronahîbûna dinê bû. Di wî tarîtiyê de çavdêrî li ser tevayî deng û livên xwezayê kiribûn va dibû berbang tu bûyerekî neyênî runedabû. Koçer jî li ber deryê xênî Çavderî li derûdor dikir. Ez li ser kursiyeki runiştıbûm. Mın mılê xwe danîbûne ser mêzê û pirtuk min di xwend. Dema ji nişkê ve dengê zirêniyê hat. Me çend hevalên li derdorê mêzê, yên li benda deng em bezîne çekên xwe, bi girtina wan re em derketne derve. Ev ji bo me tevgerekî asayî bû. Em fêr bûbûn. Her sibe karê me ev bû. Ji xwe dema demhijmêr dibû nêyîkî şeşê me xwe amade dikir.
Ez berbimalê ve bezîm. Rêdar, mendo, şemrex û çend hevalên me yên dîtir berê xwe dane girên bilind. Em çav kes li çardewra Fermandar kom bûn. Her yek ji me di navbera me û Fermandar de herî zêde çar pênc gav hebûn. Çeka minî M 16 di destê minde ez li rexê rastê di meşîm.
Çekên me diviya ku di destê berevajî yê milê Fermandar de bane. Ew li çep bê divê çek li rast be, ew li rast be divê çek li çep be. Sedema wê bi gelek awayî ji mere hatibû gotin. Sedama yekem ew bû ku “Fermandar hez li çekê nake” ev wekî sedema serekî xuyan dikir. Lê gelek sedemên dîtir jî ji bo me dihatin diyarkirin. Çekên me vekirîbûn ji teqînê re amadebûn. Her çend gule li ber nebe jî, diba ku hindek bi lez gulê bidin ber û berê çekê bidne Fermandar, bi kujin û bêjin me bi xeletî kuştiye. Sedemek ya ku me çekên xwe didane milê dîtir ev bû. Lê kîjan ji van rast bû? Min ev ne dizanî, tu demê jî di bîra min re derbas nebû ku ez pirsekî bi vî rengî bikim. Ez bi cangorî tevli vê hêzê bûbûm û lêpirsîna rê û rêbazê wê ne mafê min bû.
Ez bi vî ramanî û van gotinan ve bi Fermandar re ne dimeşiyam. Tevayî bala min li min bû ku ez çeka xwe li keviran nexim, jê dur nekevim, pir nêzîk nebim, ne terpilim û nekevim. Heke çeka min li erdê biketana wî bigotane “ker oxlî ker tû hîna nizanê çeka xwe bigre” ev gotin ji bo me pîroz bû. Mehek jî bi ser ve derbas bûbane meyê ji hevalên xwe re bigotana “serok ji mere gotiye ker oxlî ker” ev gotin di mêjyê me de çika bû. Û ji bo me serbilindiyek bû. Lê dîsan jî me ne dixwest ku ev gotin ji mere werê gotin û me xwe ji vê xeletiyê di parest.
Hertim jiyan û nivîs bi giranî li ser hindek kesan têne nivîsîn û pirtûkên giranbûha têne çapkirin. Gelik pirtuk di birêveçûna dîrokê de dibin remzekî wêjeyê ji bo xwendevan an jî piraniya mirovan. Herçend ev gelik caran pirtuk, nirxê qehreman ji yê nivîskar zêdetir dike jî, nivîskar neçare ku qehremanekî ji pirtûka xwe re bibîne û çêbike. Lê dema ku ez van xetan dinivîsim, ez di wê zanebûnê deme ku FERMANDAR ji xwe qehremanê xwendevane, nivîskar ji xwe di vê çîrokê de dewrekî xwe nîne. Lê dîsan jî wekî her mirovekî ez qehremanê jiyana xwe me û çîroka xwe didomînim.
Gelik caran Fermandarê me bi şev derdikete derve, di bin siya heyvê de, di geriya. Bi şev pêwist ne dikir em herin ser girên dûr û bilind, lê diviya bêhtir em lê dorpêç bûbane û diviya em bêhtir hişyar bane. Bê gûman ew bilind bû. Ji me bi nirxtir û hêjatir bû. Karim bêjim ku wê kêliya ku bişev dimeşiya tenê ew hebû di kurayiya şevê de. Raman û hizrê wî ji wê kêliyê dûr bû û ji me dur bû. Ew xewna mirovan bû, bêriya dilê mirovê hejar û neçar bû. Bêrî û hesreta dilê mirovên êşkencekêş û girtû bû. (hetanî bi vir 20-10-2002 hatiye nivîsîn)

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.