Dardakirina Saddam

Saddam, ji bo me Kurdan navekî giring e. Herçend mijara me ne siyaset be jî, “rehmeti” ciyekî xwe yê giring di dîroka Kurdan de heye. Tu derdekî me an jî pirsgirekêkî me nîne ku em jî Saddam bi berfirehî bidin nasîn û ji tevayî aliyê jiyana wî agahdar bibin.

Ji ber ku tevayî cîhan dizane ku Saddam jiyana xwe bi fêl, fen û xapandinan bihurîye. Di sala 1979 an de wekî ceribandinên xwe yê berê bi zorê hate ser desthilatdariya Iraqê. Iraqa ku di dîroka xwe de buye derguşa Şaristanêyên kevin, ev car di destê, fêlbaz, fenbaz û zordestekî Ereb.

   Ji bo me Kurdan kîjan aliyên wî balkêşin an jî ji bo çi dibe mijara gotinê?

   Gelik zordestên wekî Saddam, berê jî hîna jî li ser serê Kurdan desthilatin û desthilatî kirine. Ji bo vê yekê çuyîna Saddam, hatina Saddamekî din, an jî di aliyekî dîtir ve hebuna Saddamekî dîtir, hertim di rojevê de buye û em hêvîdarin ku ji neha û pêve ne di rojevê de be. Ji ber ku “Saddam” buyîn ne pirsgirêkekî “Ereb” buyînê, an jî Iraqî buyînê ye. Mijarekî “mirov” e û dibe ku bi hijmarekî mezin ya mirovan ve ev derun, ev çemk, ev kesayet xwe bide der, di gelik demên dîrokê de jî xwe dane der. Em hêvî dikin ku carekî din, ne di nav Kurdan de, ne jî derveyî Kurdan em nebin şahidê kesayetên bi vî rengî.

   Giringbuna “rehmeti” ev bu ku, tenê komkujî û tunekirina Kurdan ne di hizirî, di heman demê de, kesayetên Kurd yên hêja û navdar, kesên jêhatî û jîr, kesên hunermend û pêşketî, bi gelik rengên cuda cuda didane kuştin. Malbatên ku bi dijberiya wî têne nasîn, êl û eşîrên ku bi dijberiya wî têne nasîn, kom bi kom didane kuştin. Gelik dîmenên “Pîrozbahiyên” kuştina Kurdan ku Saddam bi xwe jî tevlî buye, hîna jî di şaşeyên tv yan de têne dîtin. Saddam; kesayetekî zordest û mirovkuj bu, kesayetên bi vî rengî di dîroka mirovatiyê de hertim hebune, lê hindek kiryarên Saddam hene, wekî ku wî jî dixwest wê bi salan li ser Kurdan xwedî karîgerî û tesîr bin.

   Wekî kesayetekî Ereb, gelê Ereb yê Iraqê, wekî dijminekî dîrokî li himber Kurdan birêk xist û qutbunekî mezin di navbera herdu gelan de da çêkirin.

   Bi hezaran kesên navdar yên Kurd, hunermend, nivîskar, şervan û fermandarên Kurd bi dirindeyî dane kuştin.

   Çekên kîmyayî, wekî herkesî ne li himber hêza leşkerî ya dijber, rasterast li himber gelê Kurd, zarok, pîr, kal û mirovên Kurd dane bikaranîn.

    Wekî “serokekî” bixwe beşdarî kuştina mirovan buye, ev jî tomar kirine, girtine ser kasetên video yan û pêşkeşî cîhanê kirine.

    Xalekî herî giring wekî ya komkujiya Helebçe, her deverê Kurdistanê, çiya, deşt, gund, bajar, war , cî kirine teqemenî, kirine mîm, kirine romane. Dema ku piştî sala notî Kurdan, leşkerên Iraqê ji Kurdistanê qewitandin, Saddam gotibu. “Ezê derkevim lê hettanî 15 salan Kurd wê bi mayinên min werine kuştin.”

   Û  di rastî de, neha jî gelik deverên Kurdistanê bi hezaran, milyonan mîmên Saddam tijîne û bi rojê re mirovên Kurd bi van mîman têne kuştin. Hetanî neha bi hezaran zarok, jin, pîrên Kurd, bi sedan Pêşmerge, bi dehan Gerîllayên Kurdan bi mayinên Saddam hatine kuştin.

   Saddam hate dardakirin. Lê mêjiyê Saddam, dirindeyiya Saddam, çekên Saddam hîna jî hene. Ji ber vê yekê ye ku Kurd tenê bi yekbun û azadiya xwe, û pêşketin û bilindkirina mêjiyê zanistî û netewî dikarin Saddam dardabikin û tune bikin.

   Ji ber vê yekê ye ku piştî desthilatiya Saddam hate ruxandin, derfetek ji Kurdan re çêbu, û ew desthilatiya zordest hate tunekirin, Dardakirin û dardanekirina Saddam pir jî dewrekî giring na leyizê. Ji ber ku pêwistiya Kurdan bi tunebuna; raman, desthilatî, mêjî û kesayetên Saddaman heye.

30.12.2006

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.