Cîhan li mirov tengdibe gelo

Li ser rastteqîn û realîta jiyanê gelekî mijûl dibim. Ol û baweriyekî min hebe, ew jî realîte û rastteqîniya jiyanê ye. Kirêtî û ciwanî, xirabî û qencî, pîsî û başî, hemî aliyê jiyanê di nava birêveçûna jiyanê de dinirxînim.
Ji ber vê yekê jî gelekî kêfxweşim. Li himber gotinên kesên derdorê min yên xirab, gotinên malbata min yên xirab, gotinên hevalê min yên xirab û gotinên nenasan yên xirab rastî qet jî ne xema mine. Ji ber ku berî bibime 16 salî min hewil dida ku ji bo mirovan tenê bijîm. Neha jî gelik caran ji bo mirovan dijîm. Lê zû pê hesiyam ku hetanî ji bo xwe ne jîm nikarim ji bo kesekî bijîm. Ji bo malbat û zarokên min jî wisane. Divê karibim xwe ser piya bigrim, divê karibim bi xwedî vîn û îradeyekî bi hêz bibim da ku karibim gelek dilan jî bi xwere hilgirim û raperînim.Ev hêza min heye. Ne tenê ev, di karê ku salê ez divê 500 hezar hetanî 1 milyon euroyî bidest bixim de carinan ez 50 hezarî di xisarêde me, li himber vê rewşa pêken jî bi kêfim li piya me û rastî ne xema mine jî. Bê gûman ewqasî jî bêxem nînim. Her çend baweriya min bi bêdawîbûna vê xeyala min û zîndarbûna derûnê min newê jî hez li vê heyecana temen kin dikim. Êdî ew henekê xwe bi min dike an ez henekê xwe pê dikim ez wêya hîna nizanim. Di nava heriyê debûm lê min bi jiyana xwe kêf dikir. Çûm dibistanê hêvî û baweriyekî min ya xwedê hebû. Her çend ewqas di xwedawendan de zanyar nebûm jî wekî zarokekî hesretkêşê baweriyê min bawerî bi xwedê tanî. Min nedîtibû derewan nekim. Lê baweriyekî bê hempa, hezkirinekî nihênî, êdî baweriya diyardeyekî fantastîk dibe, an jî nîgaşekî zarokî dibe nizanim. Lê xweş bû. Dema ku di temenê zarokî de bûme şervanê rêkekî dawiya wê ne diyar jî zêde zêde bi kêf bûm. Kelemên di piyê min ve diçûn, qelşên tiliyan, pişta bi êş, milên qerimî, çavên bêxew, devên bêav yên zûha, lêvên terikî evana bûbûn jiyana min lê, ne tenê ev, giriyê şevên giran li ser hevalên bê can, hesret û bêrîkirina xwişka min ya kezîzer, hêviya xwe gorîkirinê ya herî mezin. Çi xweş bû…lê dawiya rêkê ne diyar bû. Wekî ku tu zarokekî mezin bike, şîr bidê, nan bidê av bidê, ronî bidê, ken bidê û di dawî de ew zarok rabe werîsekî qalind yê kindirî bîgre û bênê bixe qirka te, wisan li min hat. Bê gûman wisan li me hat… Bi carê re min xwe di nava bîrekî tarî de dît… te bîr av dida bîrê tu ji têna di kuştî, te bîr ronî dikir bîrê tu jî tariyê di kuştî, te hêz û hewa dida bîrê bîrê henase li te teng dikir.

Herçend dema ku bi bêrîkirin û hesret hatim nava –rojê-, dema ku bi bêrîkirin û hesret hatime nava liv û tevgera jiyana bi ronî, awir û nîgaşê mirovan êdî wekî filîmê vampîra dîmenên cûrbecûr li pêş çavê min çêdikirin. Lê dîsan jî min hez li wan dikir ji ber ku hîna fêr nebûbûm bê ka kedxwarî çiye, mirov nehezî çiye. Lê ji ber ku min ew pêvajo bihûrandibûn êdî bo min pêwist ne dikir ku bizanibim. Hîna jî wekî wan rojên nava berfê ku min kefiya xwe digirt destê xwe û li nava koma hevalên xwe di geriyam û min dibir kefîya xwe bi hevalekî de dikir da ku berfa sipî jêre nebê lihêf, ez jî hetanî sibê ji serma ranediketim. Ez heman Agirî bûm. Min dîsan perê berîka xwe digirt û li nava koma mirovan digeriyam ew mirovên ku hêza wan têra wê sermayê ne dikir, ew mirovên ku hêza wan têra vê sîstema pera ne dikir an jî gelik mirovên ku nekarîne wê hêzê bixwere çêbikin ku di nava vê jiyanê de derfetan ji xwere çêbikin min ew kaxezên qirê lê kilîda vê jiyanê dixiste berîkên wan. Ji ber vê yekê jî gelik caran dema ku ew hevalê ku min kefîya xwe pêde kirî sibê radibû awirên dijwar li min vedidan û hêrs û rika xwe li himber min pêşan dida, ji ber ku ne dizanî bê nîvê şevê min çilo bi çavên vekirî kabûsên sar dîtine, li himber min awirên kuştdar vedidan, li vira jî bi heman rengî ew mirovên ku heya wan jê nebû di rojên dijwar û bêçarede min ew perê girfanê xwe derxistine û ji bo wan jidest derxistine roja dîtir li himber min bi kîn û rik radibûn û awirên kuştdar li min vedidan.

Ez kêfxweşim. Ku xwe neha çipû tazî bikim, bê cilên ser û cilên binî, bêyî vê nexweşiya hezaran sal ya cillixwekirinê derkevime kolanan ez dizanim ku herkesek bi taybet jî mirovên min dê bêjin evê hanê dîn bûye bi çolan ketiye û di be hevalên min jî dûvikna bi min ve bikin. Lê ez vêya bikim jî ez gelek kêfxweşim. Ne dilê min tenge, ne jî kêfa min xirabe. Jiyan eve. Çawan be ev bûyer wekî yên Diogenes werin nirxandin jî, ji minre qet sûda xwe nîne û qet tû armancên min nînin ku jiyana xwe wekî azmûnekî mezin bo nifşên pêşerojê bikim henek.  Ku kevneşopên kevin baye dî hertiştê min jî bi minre binax bûbaye. Lê dîsan jî dema ku mirin hat eger min agahdar bikê ezê hertiştekî ji destê min derketî bixwere tune bikim. Heke beyî agahdariya min jî ez birim ji xwe bîranîna min karê çend rojekî ye dibe ku mehek jî be. Ew mirovên ku min dinasin qet ne neçarin ku min bibîr bînin. Hewildanekî tewş û çewte.

Bi kinî di encamde dîsan dizanim ku eger mirovên ku pêwistiya wan bi mirova heyî li ser rûwê vê dinê nebane ez di wê baweriyê deme ku min pêwistî bi nivîsandinê jî ne didît. Ji ber ku heyran ji xwe ez neha di bihûştê de dijîm… hêviya min ji bo bihûştekî derengxistî û ne gengaz nîne. Nîgaşekî min ya wisan jî nîne. Ji ber vê yekê jî cîhan li min ne tenge, zêde ferehe. Daxwaziyekî minî wisan nîne ku bi qasî gorekê jî cî li vê dinê bigrim. Zêdeyî mine, ez dikarim di nava kêliyê de 100 salan bijîm, ez dikarim di nava xalê de gerdûnan bijîm, ez dikarim di nava zerdekenekî de jî hemî hestan bijîm. Ji ber vê yekê jî pêwistiya min bi jiyanê nîne, pêwistiya wê bi min heye ez jî wê naşkînim…

 

 

29.10.2010

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.