Cejin û Newroz

Ez ne goşenivîsim. Tu mebestekî min nîne hema li gorî rewş û rudanên rojane nivîsan binivîsim. Carcaran ku hest pê dikim pêwistî heye hindek tiştan dinivîsim. Cejna me, cejna Kurdan û gelik gelên vî şunwarê me cejna Newrozê ji ber naverok û hebuna xwe em bixwazin nexwazin jî di kevê rojevê.

    Di her gel an jî netewên ser ruwê vî zemînî de cejin tê pîrozkirin. Mirov wê roja ku di dîroka xwe ya rabihurî de ji bo xwe pîroz dîtine, ji rojên dîtir yên kar û rojên asayî cuda bibîr tînin. Gelik cejinên gelêrî hîm û rayê xwe dighêjine berî bi dehhezaran sal. Ji ber vê yekê jî ew roja diyar, wateyekî xwe ya mezin û nirxekî xwe yê mezin di nava mêjiyê her mirovekî wê netewê de heye. Nirxê gelan yê herî giring yek jê jî cejnê wanin. Dibe ku di gelik gelan de cejn dewrekî mezin ya aşîtî û lihevkirina mirovên civakê jî di leyize.

    Di civak an jî gelê Kurd de cejn çiye? Gelo cejnên me yên heyî, temenê xwe di jiyana civaka me de çiqas dirêjin, çiqas bune cejin ji bo civaka Kurd, çiqas bune rojên giranbuha û giştî? Û hîna gelik pirsên wekî vana li ser cejnê Kurdan yek dikare bike. Bê guman ji bo vê yekê bawerim lêkolînin hatine kirin û hîn jî pêwistiyekî zêde bi lêkolîna vê mijarê heye. Ji ber ku Kurd; gelekî wisane ku bi siyasetê ve êdî hatiye sitirandin. Tevayî cîhan, welat û siyasetên cîhanî nikarin wekî civakekî asayî temaşeyî Kurdan bikin. Hertim divê wan wekî diyardeyekî ramyarî, hebunekî siyasî hilgirine dest û bi nirxînin. Ji ber vê yekî jî, dema ku em li ser nirx, hebun, taybetmendî, buyer an jî tiştekî dîtir yê Kurdan xeber didin, berî hertiştî divê em di parzuya xwere derbas bikin. Ji ber ku ne tenê îro di dîroka rabihurî ya Kurdan de jî, pêçiya hêz an jî pergalên serdest di nava kar û barê Kurdan de hebuye û hîna jî heye.

    Dixwazim ku mijara cejinan jî bi vî awayî hilgirime dest. Bê guman gelik roj û cejinên ku êdî bune hebunên gel bune nirxên gel hene. Bê guman biqasî ku suda wan dighêje mirovên Kurd, biqasî ku suda wan dighêje gelê Kurd, divê ku ew roj û cejnana hîn bêhtir werin parestin.

    Xala ku me li jor qala wê kirî eve ku Kurd, ji cejinên xwe yê risen, yê rast û temendirêj bêpar hatine hiştin. Ev cejin û rojên netewî û risen bi Kurdan dane jibîrkirin, hatine hundakirin û ji wateya wan hatine valakirin.

    Bê guman cejina herî giring ya ku balê bikşînime ser Newroz e.

    Di roja me ya îroyîn de, dema ku Newroz tê gotin; berî her tiştî agir dadan, gule berdan û govend tête bîra mirovên Kurd, û bi taybet li bakurê Kurdistan jî Serhildan, şer, pevçun, tundû tujî tê bîra me.

    Gelo Newroz, bi rastî cejina serhildanê ye? Gelo roja Newrozê li ku dibe bila bibe divê Kurd rabin ser piyan?

    Herkesek dê ji cem xwe bersiva van pirsan bi rengekî curbecur dê karibe bide. Lê ez jî dikarim ramanê xwe bi vî rengî derbibirim.

    Li gorî, çavkanî, lêkolîner, dîroknas, çand nas û civaknasan Newroz bi rastî jî roja serhildanê ye. Ji xwe cejinên herî giring û herî serekî cejinên roja azadiya ne. Her gel roja azadî serbestiya xwe wekî cejnekî pîroz bi kêf û şahî pîroz dike. Ji ber vê yekê jî, her çend bi tevayî aliyên xwe ve nehatibe ronahîkirin jî, li gorî tê derbirîn. Newroz; ew roje ku Kurd û gelik gelên dîtir ji bin zilim û zordestiya desthilatdariya Asur derketine. Ev roj jî, rastî berî 2620 salan tê. An jî li gorî salnameya zayînî ya ku neha ji aliyê tevayî cîhanê ve tête bikar anîn, rastî berî zayînê 612 an tê.

    Kurd dîroka xwe ji wê rojê dest pê dikin. Newroz ne tenê ji aliyê dîroknasan ve hatiye aşkerekirin. Eve 2620 sale di nava Kurdan de, çanda newrozê, pîrozbahiya cejina Newrozê bi gelik rengan xwe daye jiyandin û hetanî roja me ya îroyîn hatiye. Wekî cejina beharê, cejna hêka, an jî bi gelik reng û şêwazên dîtir Newroz di nava Kurdan de hertim hatiye pîrozkirin. Wekî din jî, bi rengê salnameyê jî Newrozê hertim xwe parestiye. Rîsipî an jî pîr û kalên Kurdan, bi salnameya zayînî re, salnameya Kurdî jî bikar tanîn. Ji ber ku sersala Kurdan roja Newrozê ye. 21 ê adara ku em dizanin, di rastî de 00.00.sal e. Di vê Newrozê de jî Kurd sala 2620 an di qedînin.  Ji ber vê yekê Newroz, ne cejnekî wisane ku tenê bi serhildanên van sî salên dawî ve derketiye holê. Ji ber ku Kurdan xwe di roja Newrozê de ji bin desthilatiya serdestên xwe rizgar kiriye, bê guman îro jî her deverê ku serdest an jî desthilatdarên Kurdan hebin Newroz dewrekî serhildan û raperînê dileyize. Her ku zor û tepeserkirin li ser Kurdan were meşandin, roja Newrozê dê Kurd li ser piya bin û ji bo azadiya xwe raperin.

    Xala duwem ya ku em karibin ji bo naverok û giringiya Newrozê derbibirin jî eve; Newroz ne tenê cejna serhildanê ye. Kurd Newrozê ne tenê bi şer û serhildanan dinasin. Li gelik herêmên Kurdistanê wekî serê salê, li gelik deveran wekî cejna beharê, li gelik deveran bi rengên curbecur tête pîrozkirin. Lê hema hema li hemu herêman jî ev roja tê pîrozkirin. Lê ji ber sedemên siyasî, an jî ji ber hindek sedemên olî cejna newrozê hettanî neha wekî cejnên dîtir, di nava civakê de li gorî wateya xwe û giraniya xwe nehatiye pîrozkirin.(sî salên dawî ne di navde). Lê cejnên dîtir yên ku di nava civaka me de cî girtin û neha jî bi her awayî bune nirxên civakê bê kêmayî têne pîrozkirin.

    Cejnên olî wekî cejina qurbanê, wekî ya Remezanê, tevayî Kurd tevdigerin. Hertim di wan cejnan de di navbera yên silbuyî de aşîtî çêdibe, li hev tên, yên dur diçim cem hev, mirov li hev dicivin û wê rojê an jî çend rojan bi kêf û şahî dibihurînin. Bav ji bo zarokan kincên nu digrin, di cejna Remezanê de herkes li malan digerê, zarok şekir kom dikin. Di cejna qurbanê de jî, her mal li gorî derfetê xwe pez serjê dikin.

    Bê guman tu gotinê min ji vêya re nînin. Ku sud û hatiniyekî rewiştî hebê, her cejin an jî pêkhatinên civakî başin. Lê di virade tiştê ku dixwazim balê bikşînime ser eve; ku cejna Newrozê, tevayî pergal an jî desthilatên Kurdistanê jî dizanin ku cejna herî kevin, ya herî ku buye nirxê gelên rojhilat, ya ku bi rastî sersala Kurdan e, ya ku herî zêde di civaka Kurd de cihê xwe heye Newroz e. Lê ev yek hatiye veşartin, wekî şahîyekî beharê ya asayî dane zanîn.

    Bo çi em roja Newrozê wekî wateya wê, hewl nedin ku xwe ji bindestî û xirabkeriyan rizgar nekin?

    Bo çi em cejna xwe ya berî bi 2620 sal, cejna ku di rastî de bibîranîna roja rizgariya Kurdan e, Cejna pîrozbahiya sala nu ye, em ji tevayî cejin û rojên dîtir yên giring bêhtir bi kêfxweşî, bi wate û şahiyekî mezin pîroz nekin.

    Bo çi em roja Newrozê, cejna hevdu bi gotinên xweş, bi serdanên xweş, bi hevpirsînên dilxweş pîroz nekin?

    Bo çi em roja Newrozê, xwe ne xemilînin, rojek jî be bi dilgermiya Kurdatiya hezaran sal û bi mirovheziyekî navnetewî bi bîr ne ênin?

    Bo çi em vê rojê xêran nekin? Em vê rojê du an nekin? Em vê rojê şahiyên taybet lidar nexin?

    Bo çi em roja Newrozê qurbanan ser jê nekin û li cîranan belav nekin?

    Bo çi em roja Newrozê çuyina dibistanan ranewestînin, çuyîna kar ranewestînin, bi her awayî vê rojê nekin roja şahî, govend û serhildanê.

    Bê guman naveroka Newrozê, wateya Newrozê serhildane. Îro jî Kurd li her deverê pêwistiya xwe bi azadî û serbestiyê hene. Ji ber vê yekê jî Newroz ji her demê bêhtir pêwistî bi pîrozkirinê dibîne.

    Hêvîdarim ku êdî her Kurdek, ji hemî rojên dîtir bêhtir, ji tevayî roj û cejnên dîtir Newrozê wekî cejna xwe ya netewî pîroz bike û giringî pê bide.

    Ji tevayî rojan zêdetir, ji tevayî cejn û rojên di jiyana min de bêhtir cejna Newrozê li tevayî Kurdan û xwendevanên vê nivîsê pîroz dikim.

20.03.2008-(Cihê lê hatî weşandin-Kurdshow.com)

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.