Bibûre dilê min, bibûre Serhildan…

Bibûre dilê min, bibûre. Dizanim ku nivîs valaye. Dizanim ku ew rondikên ku neha di gewriya min de fetisî valane. Dizanim ku ev nefesa ku bi zorê digrim valaye. Dizanim ku bibîranîna te valaye. Dizanim ku li wêneyên te, zarokên te, hevsera te temaşekirin valaye. Dizanim. Ji ber ku hemî valaye. Piştî ku tu çûyî. Piştî ku tu nînî. Çi bikim. Hemî jî wekî valatiya asîman wekî ku ji sitêrkên banî bikevim xwarê, korim, kerrim, lalim.

 

Hetanî dihunê li gel hevsera te axifîbûm. Da ku Kurdistan aram bibe, hun jî bêne ewrûpa. Tu jî êdî wekî mirovekî asayî bikaribe bijî.

Di temenê zaroktî de ji deşt û beriyên Mêrdînê ji bo ar û namûsê, ji bo erz û rewiştê te berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo ku hema dilê te rehet bê. Ji bo ku hema kulê dilê dayik û bavê te aram bibe. Ji bo ku tu ala namûsê li ser şanê xwe bike.

Piştî dehan sal têrê nekir Gerîlla bûyî bûyî Pêşmerge. Tu buyî behdînî li ber keviyê bendava Musilê, bûyî soran li ber keviyên Mexmûr, bûyî Êzdî li bin quntara çiyayê Şengalê. Tu ne revî, Tu ne kişiyayî, Tu ne ketî, Tu dûr ne rawestiyayî.

Dema ku hevsera te qolincê candanê dikişandin te li ber keviyê bajarê  Şengalê te her qolinca bûyîna zaroka xwe dikire gûle û li ser sînga hovan diçikand.

Te ne dixwest ku kesek te binase. Te ne qala xwe ne dikir. Tenê te digot –Agirî , ma ku îro nekim ez dê kengî bikim. Neha dema şere-.

Dilê min.
Dema ku Armîna te ya çend mehî mezin dibû te zarokên Şengalê diparestin. Dema ku hevsera te bi zaroka te ya dî ducan bû tu bûyî şehîd ji bo zarokên Kurd yên ku li ber bûyînêne.

-Serhildan ka ma tu nayê Ewrûpa?

-Di vê rewşê de ez dê çawa bêm?, ez dê çawan hevalên xwe li sengerê şer bihêlim û bêm? Eger Kurdistan carê aram bû wê demê ez jî dikarim li ser vê yekê bihizirim.

Axaftina me ya talî eve bû.

 

Bibûre dilê min. Xwezga bûbame mertal li pêş cendekê te yê pîroz, xwezga bûbame pola li ber dilê te yê ji pola, xwezga bûbame bend, bûbame dîwar li pêş te û hevalên te yên giyanpîroz.

Bibûre dilê min. Çi bêjim, çi bikim, valaye êdî.
Ji ber ku me, parçeyên te, parçeyên derûnê te tu winda kir.
Lê bila eve jî soza namûsê, soza –Hevaltiyê- bê ku ez dê tola te wergirim ku te şûnve neyênê jî ez dê tola te ji wan hovan wergirim.

Bibûre Serhildan bê te nefesê digrim, her çend tawan jî be bibûre.

 

20.10.2014

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.