Bi xwe dikenim

Vaye xerîbim dîsan. Di kolanên welatekî biyanî de dimeşim. Kîme ez?. Ev pirs gelik caran di kurayiya hişê min de min neçarî hizirandinê dike. Gelo hun jî pirsên wisan tewş ji xwe dikin. Em mirov gelik caran bi hebûna aqil û hişê xwe, pesnê xwe didin û bi xwe serbilindin.


Em dibêjin cewaziya me ji ajelan heye. Em dibêjin cîhanê em diguherin, cîhan û xwezayê em ser û bin dikin. Û hindekî dîtir em wêde diçin, em xwe dixine şuna wan xwedayên wan yezdanên bi deh hezaran sal me û kalikên me bawerî pê anîn.
Gelo hun dizanin gelik caran hebûna vî hiş û aqilî jî, hebûn û diyardeyekî bêxêr e. Dibe ji bo we ne wisan be lê gelik caran ez bêxêr dibînim.
li ser vî zemînê dinê, gel bûn, netewbûn, kevneşopên curbecur, çandên dijber nebaya, wê demê pêwist nebû ez jî bêjim ez Kurdim. Emerîkiya aleya xwe ya ji du sê rengên sar pêk tê ne êxistibaye tevayî filmên xwe yên ser erd û binerdê de. Franksizan xwe mirovên cîhanê yê herî kubar û nazdar ne dîtibaya. Italyana xwe afranderê dîrokê ne dîtibaya, Ereban xwe axa û dewlemendê tevayî cîhana misilman ne dîtibaya, Tirkan ne gotibaya “ ji me pêve kesek mirov nîne”, her roj bi navê netewbûna xwe , dijun, galte bi me û rastiya me ne kiribaya, herroj bi nava wê tirkîtiya nediyar û bê hîm mirovên Kurd ne kuştibaya, ew piçuk ne xistibaya, tevayî hebûna wan ji xwere ne kiribaya leyistok, henekê xwe bi ziman û çanda wan, bi kevneşop û ramanê wan ne kiribaya. Elmanan dema di van kolanên vî welatî ve diçum henekê xwe bi biyaniyan ne kiribaya, an jî biyanî bela serê xwe ne dîtibaya, an jî xwe ji biyaniyan mirovtir ne dîtibaya, ma ji bo çi ez di Kurdîtiya xwe de bi dakokî bim. Ezê jî wekî hemwelatiyekî vê erdê, wekî xwediyê vê erdê bijîm. Û bizanibim ez dijîm, ez ne xerîbim, ez ne penaberim. Ez ne mêvanim li ser ruwê vê erdê.
Gelik caran dema van gotinan dikim, dost û hevalên min dibêjin; “Tê bike em hemu xwe bikujin.” ne ji bo xemgînî û xembariya Arabeska Ibo û ew kul û keserên siyasetên komarê yên kevin bê bawerim xwekuştinekî bi vî rengî jî hizirandin ne zêde xirabe.
Ma ne xerîbim, ma ne biyanî me. Ji wan baştir dizanim bijîm lê ez xerîbim, ji wan baştir dizanim pergala wan lê nezanim, ji wan baştir çêj û tama jiyanê derdixim lê sêwî me, ji wan baştir hest û helwestên minî jiyanî hene lê cahil û bê sudim. Û dîsan mêvanim. Min digot debe tenê li vî welatî mêvan bim. Lê têgihiştim li ser ruwê erdê mêvanim. Min çi dizanî derveyî raman û vîna xwe ez dê werim dinê û dê herkes xwedî li vê dinê derkeve û min jî dijminê dinê bibîne?, min çi zanî xwediyê xirabî û tunebûna ez, xwediyê hebûnên cîhanê jî mirovên dîtirin? ew derfet hebûya, hîna yek di zikê dayika xwe de van tiştan bizanibe bawerim min dê wê demê heman wekî neha belanin derbixista û nehatibame vê dinyayê.
Ez ne mirovekî ewqas xemgîn û xemwarim. Lê ev xwehezî û ezeziya mirovan nebûya. Lê pêwist ne kiribane ez bêjim Ez Kurdim, zimanê min şêrîne, çanda min dewlemende, mirovên min her çend car caran xwe hunda dikin jî xwedî berhevekî çandî ne, erda min bihuşte, avên min her dilopekî xwe hêjayî hezar deryayên ava zemezeme, asîmanê min bedewe, çiyayên min sengerin, deştên min berhemdarin, geliyên min bexçene. Ma çi pêwist bû ez vaqqas tiştan bêjim û di dawiya wan de jî bêjim. “Lê ez ji vaqqasan bêparim, yê minin lê ne yê minin. Yê minin lê nabînim, yê minin lê naxwim, yê minin lê na çînim, yê minin lê ez na çêrim, yê mini lê av nadim, yê minin lê nagerim û nabînim.
Xerîbim dîsan. Mirov dema nikarin piyê xwe li gorî yê pergalan sererast bikin dilteng û xemgîn dibin. Hêrs dibin û dîn dibin. An kar nabînin, an pere nînin, an navgihîna dixwazin nîne, an karê wan yê kaxezan rast nameşe. Ji ber vê yekî cîhan û jiyana wan, hertim di nava tarîtiyekî de ye. Temenê xwe bi hewldanekî zêde ve dibihurînin da piyê xwe li gorî pergala tê de bavêjin.
Lê evqas tiştên min rêz kirin tu carî ji bo min wekî xerîbiya min, xerîbbûn û mêvanbûna min mêjiyê min têk nade. Ji ber mirov çiqasî derkevê derveyî vê pergalê ewqasî dikare bi hesanî jiyana xwe birêve bibe, bê bela û bê teşqele. Lê xerîbî, wekî bendavekî gelek mezin wekî kendav û darbendekî bê hempa, li pêşiya agirê afiranderiya dil radiweste, çavan kor, dilan dirizîne, destan bêhêz, qiduman dişikîne.
Neha demhijmêr 04:07 nîşan dide, xew tê lê çav naçin ser hev, dema min li formê nerî, min got çend rêzikan hestên xwe yên ber bi sibê, yên berî gelavêjê binivîsim û wisan rakevim…

 

05.05.2008 dem: 04:11

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.