Bi giştî radyo – ji bo Kovara Dîwar

Bêgûman ji bo ku em radyoyên înternetê û rewşa radyoyên Kurdî yên înternetê şirove bikin, kin jî di derbarê radyoyan de û derketina radyoyên Kurdî de zanebûna xwe nû bikin.
Bi kinî Radyo û derketina radyoyê;

Radyo; ji wê amêrê re tê gotin ya ku pêlên elektromanyetîk werdiçerxênê deng û belav dike. Bi xêra van pêlên elektromanyetîk deng tête belavkirin û dighêje mirovên dûr. Herçend neha ji gelik rengên dengbelavkirinê re radyo bête gotin jî destpêkirina radyoyên frekansê bi belavkirina dengên destpêkê û derketina telefonê ve dest pê dike. Ev yeke jî di sedsala nozdehan de li welatên Ewrûpa pêş ket. Di serî de li welatê Îtalia, piştre Welatên yekgirtî yên Emerîka û dîsan gelik welatên Ewrûpa radyo belav bû. Di destpêka sesala bîstan de êdî radyo li gelik welatan hate bikaranîn û kete nav jiyana mirovan de. Lê belê di sala 1940 î de rêberê Elmanyaya faşîst Hîtler cara yekem radyo ji bo mebestên rêvebirî û pêşxistina şer bi awayekî dijwar bikar anî. Di salên 1960 an de bi derketina televizyonan ve êdî dewra radyoya li gorî demên bigûrî hindekî şûnve ket. Ev şûnveketin û kêmketina radyoyan êdî bi bernamên cûrbecûr yên şahiyan ve hate tijîkirin. Lê her ku rêk û rêçikên cûrbecûr yên ragihandin û xwegihandina girseyên gel pêş ketin radyo jî ewqasî dewra xwe şûnve ket.

Jiber ku amêrekî erzan û amêrekî bikaranîna wê asan bû radyo dîsan jî di hemû dewr û çerxên sedsala 20 an de ji aliyê hemî hêzan ve bi zêdeyî hate bikaranîn. Bi taybet hêzên ku tekoşînên çekdarî lidar xistî, Komar û pergalên di nava şer de, netew û gelên bindest, kom û civanên ku zimanê wan di metirsiyê de, piranî yên ku radyo bikaranîn jî eve bûn.

Di Kurdan de radyo û dewra wê ya sîyasî û civakî;

Radyo di nav Kurdan de hertim amêrekî siyasî bûye. Ji ber rewşa kurdan ya siyasî û rewşa jeopolîtîk ya Kurdistanê radyo hertim xwedî giringiyekî mezin bûye. Ji ber ku hertim wekî mafekî netewî destûr jêre hatiye dayîn piştî têkçûna radyoyan jî komkujî û tepeserkirinan dest pê kiriye.

Radyo di nav kurdan de zû pêş ket. Bi xêra desthilatiya Sovyetê di 19 Tîrmehê 1923 yê de li Kurdistana Sor li Laçîn ê dest bi weşanê kir. Piştî têkçûna radyoyê ji xwe dawî bi Kurdistana Sor jî hat.

Piştî hingî radyoya Bexdayê dest bi weşanê dike.  Di sala 1939 ê de radyoya bexdayê bi weşanên demdî weşana xwe destpê dike û birêve dibe. Tesîra van radyoyan di nîvê sedsala bîstan de li gorî pêşketina amêrên gûhdarkirinê yên radyoyan li ser Kurdan dike.

Di dema şerê cîhanê yên dûyemîn de radyoyekî dijî faşîzma Hitler bi Kurdî li Filistînê tête lidarxistin. Radyoya bi navê Hayfa ji Kurdan zêdetir giraniya xwe da ser netewên dîtir.

Radyoya navdar û bi karîgerî radyoya Erîvan;

Radyoya Erîvanê dîsan bi destûra Sovyetê di sala 01.01.1955 ê de li paytexta Ermenistanê li Erîvanê dest bi weşana xwe kir. Radyoya Erîvanê her çend weşana xwe di navbera demekî teng de bi sînor jî be, him bi weşanên xwe, him bi nêrîna xwe ya baş li rewşa Kurdan, hertim karîgeriyek û tesîrekî xwe ya baş li ser civaka Kurdan hebû. Li çar parçeyên Kurdistanê radyoya Erîvanê hate nasîn û bernameyên xwe di warê çand û hunera Kurdî de di nav civata Kurdî de ciyekî baş girt.

Radyoyekî dî ku bi weşan û bernameyê xwe ji bo berjewendiyiê Kurdan kar kirî jî radyoya Kurdî ya li Misrê bû. Di sala 1957 an de radyoya Kurdî li misrê dest bi weşanê kir û ev radyo jî di warê siyasî de deng veda.

Gelik ceribandin û taqîkirinên radyoyên Kurdî çêbûn û dewra xwe di nav Kurdan de leyistin. Piranî jî di şer û pevçûnan de radyo hertim di nav Kurdan de hebûye.

Di serê salên notî de êdî teknîka nû înternet pêş ket û derveyî TV û radyoyan bi gelik reng û cûreyên dîtir ragihandin, peywendiya navbera mirovan pêk dihat.

Bi pêşketina înternetê ve êdî biqasî deverên ku înternetê ketiyê de mirovan dema xwe ber şaşeyên computeran bihurand û pêwistiya wan bi radyoyên frekansî neman.

Êdî dem û demhijmêr bi dirêjiya şevê re dibihûrîn, cîhana torê, cîhana înternetê ewqasî fireh, ewqasî kur û ewqas jî cuda bû, guhê mirov, çavê mirov ne dixwest tiştekî dî bibîne û bibihîze. Bi yek klîkê, bi yek pêçîlêdanê dikarî xwe bighîne hemu aliyên cîhanê, dikarî hemî bûyer û rûdawên çardorê cîhanê him bibîne, him bibihîze. Ji bo vê jî di bihûrîna şev û rojê de gelik caran pêwistî bi muzîkê û bihîstinê hebû. Ji bo vê yekê radyoyên înternetê pêş ketin. Eger radyo dewra xwe bilîze dikare biqasî wê computer û şaşeyê bikarhênerê înternetê fêrî xwe bike û bike gûhdarê xwe.

Radyoyên li ser înternetê bêgûman tu peywendiya xwe bi frekansa û pêlên elektromanyetîk nîne. Bi rêka înternetê gihandina deng e, lê ji ber ku ew jî sîstema gihandina denge navê vêya wekî  -Radyoya Înternetê- hatiye lêkirin. Gelik cûre û sîstemên radyoyên înternetê hatin ceribandin. Ji ber ku înternet karê kod a û nivîsa torê ye pêşxistina radyoyan jî hindekî girêdayî hunera zanyarê vê beşê ye.

Radyoyên li ser înternetê yên Kurdî;

Kurd zû bi înternetê ve bûne heval. Ji ber rewşa Kurdan ya siyasî û rewşa çanda Kurdî yar parçebûyî, di heman demê de ji ber rewşa ziman ya belavbûyî bala Kurdan hertim li ser teknîkê û tiştên nû bûye. Ji ber vê yekê jî gelik radyoyên înternetê yên bi sîstemên cûrbecûr ji aliyê Kurdan ve hatin pêşxistin.

Gelik bername û sîstemên weşanê yên radyoyên înternetê hatin pêşxistin. Bi taybet jî ji bo Kurdan yên herî balkêş sîstemên bêpere bûn. Wekî din jî taybetmendiya ku di dema guhdarkirina radyoye de ji hevdûre binivîsin gelik bala kurdan dikşand. Sîstema ku di vî warî de bersiva xwestekên bikarhêner û gûhdaran dida jî Flatcast bû. Gelik ciwanên Kurd bi salan ev sîstema ku wekî radyo dihate binavkirin bikar anîn. Flatcast sîstemekî belaş bû û bikaranîna wê jî hesanî bû. Weşanger û rêvebiran dikarin zû zû weşanê dewrî hev bikin û şêwazê rûpelê radyo an jî sîstema radyoyê dikarin herkêlî bigûherin. Wêneyan, wêneyên bi liv bigrine ser, dikarîn weşanê radestî hunermendan an jî mêvanan bikin û ew derfet hebû ku hemî gûhdar ji hevdûre binivîsin. Ev sîstema ku wekî radyo dihate binavkirin demekî dirêj di nava ciwanên Kurd de hate bikaranîn. Gelik caran gûhdarên van radyoyan gihişte astekî bilind jî. Ev sîstema radyo jî gelik caran ji bo karên siyasî û çandî hate bikaranîn. Civan dihatlin lidarxistin, konser û şahîyên înternetê hatin pêkanîn.

Lê sîstema ku wekî radyoya înternetê tê pejirandin û di dinyayê de herkesek êdî bi awayekî fermî wekî radyo dipejirînê sîstema weşana li ser ÎP ê ya bi rêka SOUTCAST e.  Gelik companya û firoşgehên serveran êdî ji bo radyoyan jî serverên taybet vedikin û difroşin. Bûhayê van serveran jî ewqas giran nîne. Ji ber vê yekê jî di vî warîde gelik hewldan û radyoyê nû derketin pêş. Vekirina van radyoyan wekî radyoyên li ser frekansê zehmet nîne û ewqas giran jî nîne. Lê di encam de ev jî radyoye û jêre bername divê, ji ber vê yekê jî gelik radyoyên Kurdî yên ku vebûn di demekî kin de hatin girtin an jî bi awayekî çilmisî û qels bernameyên xwe berdewam dikin.  Arîşeya herî mezin jî di radyogeriya înternetê ya Kurdan de ewe bû ku temenê wan kine an jî nayêne nûkirin. Jiber vê yekê jî zêde serkeftî nabin.

Radyoya înternetê dikare bê studio û bêyî tiştek tenê bi computerekê û xetekî înternetê ve weşana xwe bike. Dikare bi salan bi vî rengî weşana xwe berdewam bike. Lê eger bête xwestin ku radyoyekî bi bernameyên zindî, radyoyekî bi kalîte, radyoyekî balkêş û bi tesîr bête ava kirin pêwistî bi studioyê heye û pêwistî bi karmendan heye. Tenê radyoya ku muzîkê diweşîne jî pîwistî bi karmendan heye.

Weşana van radyoyên înternetê bi pêşketina înterneta mobîl ya telefonên destan ve êdî bêhtir giringî bidest xist û neha êdî herkesek bi rêka telefonên xwe gûh didê radyo an jî tv yan. Ji ber vê yekê jî dewra van radyoyên înternetê ji demên bihûrî gelek zêdetire.

Radyoyên çalek yên Kurdî ku li ser înternetê weşan dikin;

Ji bo ku hun bixwazin radyoyên Kurdî yên risen yên înternetê bibînin,  Têkevin Soutcastê, him di computeran de him jî di telefonên bi înternet de li radyoya bigerin û di nav wande hun dê karibin radyoyên Kurdî bibînin. Radyoyekî ku di nav soutcast de nebe wê demê wekî radyoya Înternetê nayête dîtin.

Radyoyên înternetê ku vê demê weşan dikin yên Kurdî;

 

KurdFM
Radio Duhok
Dicle FM

Radio Firat
Newroz
Vin Radio

Zekeria Music
Radio Goran

Radio Nawa

Radyoya Emerika

Û hîna çend radyoyekî dîtir yên Kurdî hene li ser înternetê ku hertim em wan nabînin.

Radyoyên Kurdî  yên ku heyî pir kêmê wan bernameyên zindî lidar dixin. Wekî Radio Duhok û Radio Nawa. Ji van radyoyan piranî jî bi şev û roj, hertim weşana xwe birêve dibin.  Bi taybet jî radio Duhok bi studioya xwe, karmend û rêvebirina xwe bi awayekî professionelî karê xwe birê ve dibe. Di heman demê de Radio Nawa jî xwedî hejmarekî guhdaran ya zêde ye.

Kurd FM

Ji bo azmûn zanyarî di warê radyoyên înternetê de bi taybet emê KurdFM hilgirine dest.

KurdFM tenê radyoya li ser înternetê ye. Di 11.02.2010 ê de dest bi weşana xwe kir. Derketina KurdFm ji ber pêwistiya radyoyên înternetê çêbû. Ji ber ku wê demê hindek radyoyên ku heyî jî bernameyên wan piranî bi çend zimana bûn. Radyoyekî ku sedî sed bi Kurdî be, tenê bername û mûzîkê Kurdî biweşîne pir nebûn. Jiber vê yekê jî KurdFM wekî pêwistiyekê ji aliyê Hêvî Group ve hate lidarxistin.
KurdFm li Elmanya-Frankfurtê studioya xwe ya yekem ava kir, bi sê karmendan ve bi bernameya xwe ya 24 demhijmêran ve dest bi weşana xwe ya zindî kir. Mebest ew bû ku zimanê Kurdî, çanda Kurdî, wêjeya Kurdî bighîne hemî Kurdên Kurdistanê û çardorê cîhanê. Radyoyên înternetê herçend ewqas giring nedihatin dîtin jî KurdFm di zanebûna vê giringiyê de tevgeriya. Ji ber ku gelik sext û zehmete ku bername ji bo hemî Kurdan bête weşandin û radyoyek hemî Kurdan di nava rêk û rêbaza xwe de rabigre. Kurmanciya jêrîn û Jorîn, di heman demê de dimîlî û Hewramî diviya di radyoyê de hebin û bê kêmasî hebin. Di alîkî de hêzên siyasî yên Kurd hene. Divê Radyoyeke Kurdî karibe bibe hestê Gerîllayekî bakur, divê bibe axîna zarokekî helebçe, divê bibe êş û azara Peşmergeyekî soran û behdînan, divê bibe dengê Miehemed arif, bibe dengê hesen zîrek, dive bibe dengê Şivan perwer, divê bibe dengê Mihemed şêxo,divê bibe dengê girtiyên giretîgeh û zindanên tirkiyê, iraqê, îranê û surî. Dive bibe dengê Hemî Kurdên cîhanê. Yên Emerîka, yên berîtanya, yên norwêc, yên Elmanya, firansa, Sîn, Japonya, Rusya û hemî welatên dîtir. Ev azmûn me di nav KurdFm de baş dît.

Mebesta KurdFM ya serekî ew bû ku tenê bibe radyoyekî Kurdî. Tenê bi zimanê Kurdî weşanê bike û ev yek bi ser xist.

Piştî çar mehî dîtir di 16.04.2010 de di warê teknîka Kurdewarî de wekî şoreşekê KurdFM kete nav beranegeriya Appl ê de û êdî radyoya Kurdî bi rêka Iphone dihate gûhdarkirin. Kurd ne xerîbî teknîkê bûn lê bernamegeriya Kurdan ew hinde pêş neketibû. Pêwistiya Kurdan bi bernameyên mobil hebû. Di demekî kin de bi dehhezaran kes beranameya Kurdî girtin ser telefonên xwe. Di heman demê de bername bo sîstemên Android jî hate amadekirin.

Di nava şeş mehan de kesên ku bernama KurdFM daxistî ser îphone gihişte 15 hezar kes. Piraniyê vana jî li Tirkî, Elmanya, Fransa, Emekerîka, Berîtanya, siwêd û norwêç bûn. Di nava salekê de ji 100 hezar kesî zêdetir KurdFM daxist.

Bêgûman radyoyên Kurdî bi rêka soutcastê jî bi rêka telefonên mobîl dikarin bêne gûhdarkirin. Ji bo vê yekê tu pere jî pêwist nake bêne dayîn. Lê wekî bernameyên mobîl him ji ber buhabûna xwe him jî jiber temendirêjiya xwe karekî sexte. Lê KurFM ev yeke pêk anî.

Bernameya KurdFM di nava demê de hate pêşxistin. Di bernameya Iphonê de beşa daxwaziya û ya nûçeyan jî hate zêdekirin. Bi pêşketina beşa daxwaziyan êdî KurdFM gihişte astekî nû. Her gûhdarê kurdfm di nav cilên xwe de, bi rêkan de, li ser kar û gelik deverên dîtir bi hesanî dikarîn daxwaziyên xwe bişînin. Û ji aliyê karmendên KurdFM ve ev daxwaziyana hemî yekser têne bicîanîn.

Karê KurdFm bu eynikek ji bo gûhdarên Kurd. Ji ber ku gelik nameyên seyr û gelik daxwazên seyr hertim çêbûn. Kesên ku ji sitranên soranî hez nakin, gelik kesên ku ji sitranên kurmancî hez nakin, dîse kêmbûna sitranên zazakî, dîse ciwanên ku sitranên modern dixwazin, kêfa wan ji mihemed arif, tahsin taha, Mihemed Şêxo,hesen zîrek, dîyarî qeredaxî re nayên an jî tênaghêjin derketin pêş me.

Lê dîsan jî KurdFm hertim bi Kurdî weşana xwe kir û hemî muzîkên Kurdî girtine nava xwe, ji dengbêjên serhedê, hetanî sitranên Dêrsimê, hetanî bi Hewreman, Hetanî bi Zaxok û Duhoka rengîn. Hewlêr û Silêmanî, Deşta Şarezor û Deşta biradost.

KurdFM xwe wekî  Merqeyekî fermî li Elmanya Tomar kiriye, di bin Sîbera Hêvî Group de gelik kar û projeyên Kurdî birêve dibe. Konser û şahiyên Kurdî hatin birêkxistin û bi navê KurdFm alîkarî ji bo gelik hunermend, nivîskar û saziyên Kurd hatiye dayîn. Wekî din jî ji bo pêşxistina muzîka Kurdî Projeya Kurdish House, bi rêvebiriya Rênas Mîran hate pêşxistin. Ev proje jî projeyekî muzîke ya mezine û nêzîkî 2 sale bi muzîk û klîbên nû tê pêşxistin. Vê dawiyê jî bi hevkariya compnayaya EDICOO û televizyona Kurdî KURDMAX karê KurdFm û yên Kurdish House Project li Kurdistanê bi taybet li Hewlêrê tê pêşxistin. Bêgûman di vî warî de Hevkariyekî baş bi VIN Produktion re jî hate pêkanîn.
KurdFM bi taybet bi bernameya xwe ya mobîl ve rojê xwe dighîne nêzîkî hezar û pênsed kesî. Di nava kêliyê de sed hetanî sedû pêncî kesî gûhdar dikin.

Di dema pêş de jî amadeyî têne kirin ku li Silêmanî û Hewlêrê KurdFM li ser frekansê weşana xwe berdewam bike. Di dema bihûrî de ji bo merqebûnê li Tirkî û barkurê Kurdistanê serî hatibû lêdan, lê ev serlêdana berî bi dû salan ji aliyê rayedarên tirkiyê ve nehatibûn pejirandin. Lê di demekî kin de li Bakurê Kurdistan jî KurdFm wekî Merqeyekê dê xwe tomar bike, eger astengî dernekevin.

KurdFM ji berkû radyoyekî serbixweye û tenê bi derfetê xwe yê dirafî karê xwe birêve dibe bêgûman gelik caran wekî kû tê xwestin di asta herî bilind de bernameyên zindî û karekî bêhtir xurt nikare pêş bixe. Ji ber kêmbûna derfetan navber ji bo bernameyên zindî hatiye dayîn.

Bi pêşketina teknîkê ve herroj bêhtir bername tê guhertin û nûkirin. Karmendên KurdFM zêde dibin û li her deverê Kurdistanê bingehekî baştir ji bo salên pêş me tê avêtin.

Wekî hemû karên Kurdewarî yên ku hetanî neha me pêş xistî, Hêvî Group di warê radyogeriya Kurdî de jî proje û nexşên mezin danîne pêş xwe.

 

Bi hêviya kar û projeyên serkeftî yên Kurdewarî

Agirî Soran

04.04.2013 / Di Kovara Dîwar de belav bû

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.