Berbi çiyayên welêt ve

Bîst û duwê meha êlûnê bû.(1992) Em jî gundekî dêrîke lî Kurdîstana Surî bîrê ketîn. Du rezan bî mere bûn. Em rêvîng nêzîkî not kesî hebûn. Jî sê beşan beşekî vê hêzê şervanên ku jî akademîyê bîrê diketin bûn.

Ew di bû şeva me ya yekemîn ya getîllatî. Di destê min de çekekî sîxo rûsî û di ramanê min de jî jiyanekî kesnezan ku me bi hezaran xortê Kurd xwe ji bo kiriye gorî.

Li pêş min asoyekî tarî hebû, jiyanekî kesnedî, kesnezan. Afsunekî wisan ez dagir kiribûm, ku ne ew rê, min bizaniba rêka dojehê ye jî ezî biçubama. Heman wekî wan çîroken ku dayika min di derengiya şevê de ji bo ku min bixê xêwê de ji min re digotin. Her tişt bi afsûn bû. Ez berbixwe ve dikşandim. Gelo ev hêzekî derveyî mirovan bû an birastî jî ev mirivana ewqas jîr û jêhatî bûn? Min piştî bi çendsaleke bersiva vê pirsê da. Pewistiya me bi xwedayekî hebû. Di nava lepên keftarekî de. Qajêniya bav û bapîrên me tim û tim zingênî ji guhê me tanî. Ez bi heyecanekî yekser, an jî bi derbeke re neketme vê rêka wekî azmunên Hermes de. Kes û sazî ji bo min giring nebûn. Her tişt di sorayiya asoyê peş min de diyar bû. Diviya ku ez bi yek dilî bikevime rê de. ‘Heke hebin dafk, heke hebin xefk bila ew jî gunehê kirdaran bê’ ev jî diruşma min bû.

Dema ku em di nava rezê zebeş û petîxan re derbas bûn, tiştê ku destpêke dihate bira min ew bû ku ez pêl qurmike şitlan nekîm. Qene ku xwedyê vî rezî meyzand nebêjê ‘van hovan zeviyê min xirap kir’.

Mala min, erê bavê min, diya min, birayên min û ew xwişka minî porê wê zerik ya wekî firişta di wê keliyê de di bîra min de nebû. Bi wan simbêlên xwe yên ku hîna xwêdan ne girtine ve min dest bi siyasetê dikir, siyaset jî li alîkî min dest bi şerekî dîrokî dikir. An jî ez jî dibûme şervanê şerekî ku navê xwe di dîroke de bi nivîsê.

Kurtîlên axê di bin piyê min de belav dibûn. Wekî ku riya bûhuştê ji min re vedibû wê keliyê. Ezê biçme şer, miletê min feqîre, gelê min hejare, zaroken welatê min li ber dîwara ne, bi dehan bi sedan têne kuştin, destdirêjî li xaka me û mirovê me tê kirin.

Tiştên ku ez di hizirîm tenê ev bû. Lê ji bo ku mirovek beşdarî şer bibe ev raman bes bû û zêde jî bû.

Can canê min bû êdî. Kesekî ne dikarî bêjê ‘kuro filan tiştî neke tê nexweş bikevê, tê serê xwe bişkîne, tê xwe seqet bike, tê mala me xirap ke’

Dibê ku revekî minî zaroktî jî bû berbi çiyê ve çuyina min. Ez bibme yê xwe, hêzekî ku derunê min têr bike, hêr û agirê nava min dabixê.ew jî ‘şer’ bû.

Ew heza ku em bi hev re birê diketin. Ji sê beşan du beş, ew bûn yên ku ji nav Kurden Surî hatibûn. Hîna di meşê de çend deqên me ne qediya bûn hindekan dest bi gilî û gazinên xwe kirin. Lingê wan şewitî bûn, westiya bûn, xewa wan dihat. Hîn di gavên destpêke de poşmantiya hindekan di ruwê wan de dihat xuyanî. Lê ew kesên ku di vê rêkê de gilî û gazinên xwe dikirin, ew kesên ku poşmaniya wan ji ruyê wan diyar dibû dê di rojên bên de bibin dîrok û dî bûbane remza şer ji bo welatê wan yê parçebûyî û bindest. Ew kesên ku ji birsîna, ji meşa zêde, ji bêavî an jî barê giran gazinê xwe dikirin her yek ji wan dî bûbane bingehek ji bo vekirina rêka azadiya vî gelî. Her çend dî navê gelekan ne diyar jî bane, her çend dî gelik jê wekî bi sedan şervanên bênav winda mabane jî di avakirina hîm û bingehê bînaya welatê Kurdan yê azad de dê dilopên xwîna wan hebûya.

Tu tirs an jî nîgerane kî min ji bo min nebû. Ez bi hêza xwe bawer bûm. Ji xwe herkes di gomana hêza laş ya cendek de bû. Ji ber ku êdî min xwe yê xwe didît tu gomanekî min ji bo min nemabû. Heke mirin bê mirin. Heke birîndarî bê birîndarî. Heke êşkencê bê êşkence. Bi kurtayî ti tiştê kue ez winda bikim ne mabû. Destê min ji diya min û bavê min qut bûbû. Di serpêhatiyekî bê dayik bê bav û bê hezkirî de mirov wekî pelekî darê ye. Ba wî bikuve bidê ew berbi wir ve di weşê.

Gêncê panzdesalî ku leyistokekî li gorî temenê xwe peyda kir êdî benda Çîn ê jî nikarê peşî lê bigre. Ew wê her biçê hetanî ku bi xwe di hisê.

Di nava wî erdî de nîgaşên jîyana nu mejiyê min mijul dikir. ‘gerîlla, gerîlla. Cilên Kurdî, cemedanî, çek û çiya. Ezê li ser çiyan ji xwe re bi azadî bi gerim. Ezê hertim biçime ser çiyan. Li ser navsera çiyan bijîm. Yek bi yek bigerim, bi nasim, di nava wan de bijîm û rojeke ji rojan bi serbilindî vegerime nav xelke xwe.’

Diviya em bêdeng bimeşin. Rêberê me li pêş me fermanên xwe bi rêka rêza şervanan ve didan, lê hetanî ku fermana rêzan di gihişte dawî werdigera deh rengan.

Piştî ku me erdê zebeşan derbas kir êdî hêdî hêdî em nêzîkî ava mezin dibûn.

Min ava mezin bi navê Dicle dinasî, lê wan hevalên minî Surî, ew bi ava mezin didane nasîn.

Her ku em nêzîkî dicle dibûn, tirsekî ku min jî ne dizanî kete nava min. Rêberan di got divê hêzên PDK me nebînîn. Heke em bidîtana wî şer derbiketa û wî kuştin çêbûbane. Wê dêmê bû qala rêbirîna Zaxo dikirin. Tenê min bihîstibû ku rêka zaxo hatiye birîn û bi awayekî asayî hevalên me baca terembêlên ku di çune iraqê werdigirtin. PDK jî ji vêya nerehet bû. Min bihîstibû ku gelek caran li ser ava dicle kemîn danîbûn û hindek hevalên me yên ku xwestibûn derbas bibin kuştibûn. Her çend min perwerde dîtibe jî di rewşekî wîsan de ez di warê azmun û zanebûnê de bi xwe ne bawer bûm. Tirsa min ew bû ku ez werme girtin an jî di pevçunekî ji nîşke vê gulena bixwim.

Her ku em nêzîkî ava mezin dibûn gotina bavê min dihate bîra min, ‘diviya ez bi hesanî şehîd nekevim. Mirin ji bo min hin di roja destpêke de ji mirinbûnê derketibû, ji bo min rudawekî pir asayî û xwezayî bû. Ji xwe wê demê kîjan mirov tevlî refan bûbane ‘ew çu mirinê’ di gotin. Lê dîsan jî mirinekî bi vî rengî li ser rê û bê xwe ceribandin, berî ez bimrim wî ez xwaribane.

Em hatne ber ava mezin. Tirsa şeva hişkesayî, tirsa kemînan,tirsa noqbûna avê ev tev jî dagirkerê nava mêjiyê min bûn. Her çend ez di jiyanê de bê azmûn bûm jî wekî ku bi tevayî hurehurên xwe ve li ser pêşeroja xwe di hizirîm, wekî ku her gava min di avêt bi neqşe û bi armance. Ma zarokek dikarê çi neqşa jiyana xwe bi neqşine? Dikarê çi amanc û armancê ji bo xwe destnişan bike? Dema ku ez ji diya xwe û bavê xwe û xwişk û brayên xwe dur ketim dîmenê ruxsarê wan zêde li ber çavê min nebû, dîmenê ku hiş û mêjiyê min dagir kiribû ew dîmen bûn yên ku min hîna ne dîtî yen ku tenê xwe pêşanî cîhana minî daringî dayi bûn.

Dema em hatin ber qeraxê ava mezin(dicle) her çend tirs û gomana min li ser min neçûbe jî hêviyek di dilê min de çêbû ku ezê bikaribim derbasî wî milê avê bibim. Ji ber ku di tarîtiya şevê de min dît ku rêzan bi kelekan derbasî wî milî bûn û tiştek li wan ne hat.

Êdî kom bi kom li ser wan keleken ku ji lastîkan sazkirîne siwar dibûn û derbasî wî milî dibûn. Dîse jî tirsê ez bernedidam. ‘ nabê. Av hêzekî mezine mirovan û gelek hebûnên daringî noqî nava xwe dike. Çawan çê dibê ku mirov bikaribê vê hêzê bişkîne û di ser vê avê re derbas bibêç?’ ez wisan di hizirîm. Ji xwe hîna li malê jî tu car baweriya min bi ew keştiyên ku di televizyonande dihatne xuyanî ne dihat. Min bawer bikiribane jî ti car di bira min re derbas nebû ku ez rojeke li wan siwar werim. ‘heke binav bû?’

Destpêke yek bi yek li kelekan siwar dibûn. Piştî ku kom lê siwar dihat. Edî rêzanê ku di nava komê de bi bêrên avê berê keleke di guherî, kelek li ber avê diçu, çi qas li ber avê biçê jî hindekî li pêş xwe dighande qeraxê avê û kom jê dadiketin.
Ez jî dema ku lê siwar hatim heyecan û germa dilê min zêde bû, lê dema ku em gihiştine naverasta avê tirsa min kêm bû tu tiştekî dîtir wekî azmunekî di mejyê min de ci girt ‘mirov dikarin li ser avê jî bimeşin’.

Bi wê hijmara zêde ve em derbasî wî milê avê bûn. Rêka ku em têre meşin û berbipêşve çun ji bo min bê hempa bû. Ji her tiştî ve xerîb bû. Her wekî mirovên derdorê min rêk û xweza bi serê xwe ji bo min kesnedî bû. Di nava tarîtiyê de reşayiya çiyê xuyan dikir. Lê mixabin çiqas min di xwest jî min ne dizanî bê ka dure an na. Her carê ku hindeken derdorê min ji rêzana pirs dikirin jî bersivên ji wan re dihatne dayin dilê min rehet dikir. Ji ber ku tevayî bersiv, di wê derbarê de bûn ku rê kem maye. Mixabin gelek ne diçu bersiv ne rast derdiketin û ew xeyalên minî wê demê di hilweşiyan.

Piştî ava mezin jî heman wekî berî em bighine avê zeviyê cotkirî ji bo me bû sedema hêrs û bêzarbûnê. Gavê me yen mezin di nava rezê cotkirî de piçuk dibûn û bi ser wê rewşê de jî laşê me ji hal di ket bêhêz dibû. Ji aliyê dîtir ve tênîbûnê em di guvaştin. Em ji ava mezin derbas bûbûn lê her ku em nezîkî çiyê dibûn erda zuha em jî zuha dikirin.

Pirayiyê me zarok bûn. Ez jî yek ji wan zarokan bûm. Lê rêk rêka çiyê bû li temen ne di hisand. Li bêhêzî û bêteqetiyê ne di hisand. Diviya ku em bi rêve biçin. Em xwe bighênine cihê ku divê em biçnê de. Em ber bi çiyayê Bêxêr ve diçun. Dema ku li me bû sibe. Em li berpalê Bêxêr bûn. Li himber me ç iyayê Cudî bilind dibû. Dibin wî de jî Silopî li deştê belav dibû. Her ku em ber bi bêş ve diçun heyecana min zêdetir dibû, ez hîn zêdetir dibûme xwedan hêz. Nizanim çi li min hatibû, lê wekî ku min dixwest bibime xwedyê çiyan. Divê bi wan re bijîm, divê bi wan re hebim, divê bi wan re bi mirim.

Piştî hingî gelik caran li ser vê rewşa xwe ya derunî hizirîm, gelo ev çi hest û çi raman bû. Dihişt ku em berbi mirinê ve biçin, di warê jiyanê de tu zixur di ramanê me de nemîne? Wê keliya ku me xwe ji çiyayê bêxêr berda xwarê.min hest dikir ku ez di wateyeke de ji barekî di revim. Barê berpirsiyariya jiyanê, barê jiyankirinê û barê mirinê, barê mirinê ji bo min girantir dihat. Ji ber ku mirov dema di mirin gelek mirovên dîtir pê di êşan, ber diketin û jiyan ji bo xwe dikirine dojeh, her çend piştî hingî zu jibîr dikirin jî, ew dema xwe anîna asta xembarî û bi keseriya dijwar, ez jî di bûme piçik, min ev ji bo xwe qelsiyekî mezin didît..(Hetanî bi vira min di sala 2008 ê de nivîsîye) îro 23.09.3013 piştî vê bûyerê bi 21 sal û neh deh demhijmêrî min ev nivîs girte vî rûpelî.)

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.