Behara dilê min

Çavên teyî reş
birhên teyî beş
lêvên teyî xweş
yara minî tu /Delala minî tu

birîna laşê min
jana dilê min
hêviya jîna min
Yara minî tu/ Şêrîna minî tu

jînekî bê vîn
gulekî bi şîn
dilekî birîn
yara minî tu/ çara minî tu

çira nava min
sitêra şeva min
Behara dilê min
yara minî tu/ wateya minî tu

 

17.05.2009
Paderborn

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.