Bê xwedame bê dînim bê îmanim

Berî ku Selaheddinê Eyubî bi bav, xal, ap û êla xwe ve bibe serkirdeyê Ereban jî ji aliyê hovên ereban ve Kurdên êl û eşîra wan jî dihatin Kuştin. Ew dem salên 1100 gelek derengin. Hîna dema ku li pêş kelhên Mêrdînê di bin fermandariya Emer de êrîşî malbat û şervanên Kurdan dikirin jî yek mebesta wan hebû “Van kesên xwedî vîn û hêz, van erdên dewlemend û têr divê bikevin bin destê Ereban, Çand û ola wan, îman û baweriya wan ya ateşgede û Mebedên Zerduştiyê divê zu zu ji dîrokê bête jêbirin. Adet û awayê perestinê yên ku bi kêrî ola islamê bên jî jinav bineqînin û bikin malê quranê û malê islamê.”

Herçend hindek “Kurdên” xwenenas van dîrokana napejirînin û wekî leyistokekê liser îslamê dibînin jî ev rastiyana di dîroka kurdanda weke îro bi deqên xwînê li çiyan, li kolanan û li ser keviran nivîsîye.

Em werin ser cîrokê.
Zend Avestaya ku îro cîhan li bermayiyê wê digere şewitandin ew jî xistin situyê Iskenderê Mekedonî ku Iskender jî herçend desthilatê demekê yê cîhanê be jî xweda û pirtukên gelan ne şewitandin berovajî ew wekî xweda û pirtukên xwe dîtin weki gelek xwedayên mîtolojîk yên misrê.

Lê Kurd şervan bûn. Wekî gelên dîtir zu zu neketin bin destê ereban. Jiber vê yekê jî şûrê ereban dijwariya xwe bi hovane di bin navê islamê de misoger dikir. Bi hezaran zarokên Kurdan birin perwerde kirin, kirin “seyid” kirin “şêx” kirin “mele” û gerdena zêrîn kirin situyê wan û gotin “hun mirovên pîrozin,hun tuxmê pêxemberin.” Di nav jinên Pêxember de li gorî lêkolînên min Jinên Kurd nînin. Ji bo me Kurdan her çend ev tiştekî baş jî be aşkere diyar dibe ku kurdên ji tuxmê pêxember nînin.

Kurd hejmareke zêde herçend bûbe misilman jî Ereban dest ji kuştina kurdan berneda.

Di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de çiyayek heye jêre dibêjin “çiyayê şehîdan” Çilmêrên şehîd. Diyare Kurdan gelek ereb li wir Kuştine bi serde jî sedan salin Kurd ji her deverên welat diçin wî çiyayê bilind û sar, “gunehê xwe bi bîranîna wan “Şehîd”an didin bexşîn.

Bi hezaran mînakên bi vî rengî hene yên ku Kurd û Ereban hevdu Kuştine.

Lê misilmanbûna kurdan, bi Ereban re bûna xwedanê heman îman û baweriyê mala kurdan û welatê Kurdan xerap kir. Kurd ji xwe bi Asuriyan re ne pir lihev bûn lê bi îslamê re xirabtir bûn.
Di serî de Ereban wekî çîroka Selaheddin, pistre jî barbarê Tirkan wekî hezaran çirokên din, Pistre îraniyan bi navê îslamê Kurd wekî şûr bikar anîn û gelên hur yên herêmê qir kirin.

Eremenî, Asûrî, Kurdên ku li dijî islamê liber xwe dayî wekî Êzîdiyan ji aliyê Kurdên misilman ve her hatin Kuştin.

Hîna jî xwînqirêjin di nav Kurdan de hene ku kuştina kurdan helal ya Ereban jî qetil dibînin.

Kurd Quranê bi erebî dixwînin tênaghêjin lê ereb bi erebî dixwînin têdighêjin. Hezar mele û sofiyên Kurdan werin bi ilm û zanista xwe û bi dakokî bêjin ku ew ji Ereban bêhtir islamê dizanin û diparêzin, ez dê bêjim ku hun biqasî wî “tebayê” di bin “ebayê” xwe de derewan dikin. Hun qet jî wekî ereban islamê nizanin. Lê hun ji Ereban bêhtir berjewendiyê Ereban diparêzin ew mijareke diye.

Kurd bi xêra dîn, îman û xwedayê Ereban bi hemî gelê herêmê re xwînîne.

Kurdan Asurî Kuştin
Kurdan Ermenî Kuştin
Kurdan Kurdên êzîdî Kuştin
Kurdan Kurdên şoreşger Kuştin

Kurd hezar peymanî pêk bînin jî ne Asurî, Ne ermenî ne jî kurdên êzîdî Kurdan na bexşinin û Efû nakin.

Lê hevrêyê kurdan yê dînî çi ji Kurdan kirin û çi li wan dikin?
Dikujin.
Îro jî wekî dema ku Emer bin xetab li ber dergehê kela mêrdînê qetla Kurdan helal kirî, Emer bin -El ensar û El qaide qetla Kurdan helal dikin. Destdirêjiya jinan û zarokan helal dikin.

Xwedayê misilmana vê desturê dide wan. Bawer bikin wana destur ji xwedayê xwe girtine.
Lê ew xweda ne xwedayê mine. Ew pêxember ne pêxemberê mine ew îman ne îmana mine.

Çîrokên puç di devê gelek kurdan de diçin û tên ” çi peywendiya wê bi islamê re nîne, di quranê de tiştekî wisan nanivîse, ev ne islame” û hîna gelek gotinên çelexwehrî gelevajî yên dîtir.
Zanist û zanyarên Ereban bi xwe ji we baştir dizanin ku di xwezaya islamê de ev qetil hene û ev xwinmijî heye. Çand çande xwe bi çi felsefe derbirîbe heman çande. Îslam bo Ereba derket bo wan jî dimeşe.

Tu Kurd wekî wan qatîlên zarokên me ku îro li rojava hatî Kuştin nabe misilman.
Tu kurd biqasî wan tecawuzker û bê erzên ku dest davêjin zarokên Kurdan nabe misilman. Bila tu kes di vê rojiyê de, di vê rojevê de û li vê Rojavayê van çirokên peritî bi kurdan nede pesendkirin.

Kurdan ji bo xwedanaqebulkirinê bo Ereb û Tirkan dîroka xwe talan kirin lê ji aliyên van “Birayên misilman”ve tu car misilman û birayê olî nehatine dîtin û nayêne dîtin jî.

Jiber vê yekê Eger Osame bin laden dostek ji melîkê siudîye, Melîkê siudî zilame CIA yê, El qaide bi destê Emerîka dijî komunistê sovyetê ava bûye. Hec li siûdiye, Bav û Bapîrên me hemî temenê xwe didin da ku ji bo hecê pera kom dikin, da ku biçin “kevrê pîroz maç bikin” û siudî bi parsek û melîkê xwe ve li kendavên Antalyayê di pey memik û şimikên keçikên rutik û tazî ve dibezin, bi petrol û hatiniya ji kurdan jiyana xwe didominin û dîsan bi van peran Kurdan dikujin.

Ez bê xwedame, Ez bê dîn û îmanim.
Ew xweda, ew iman, ew pêxemberê ku ji Ereba hatibê xêra wî ji min re nîne. Kî xêrê jê dibîne jî ser xwîna Kurdan xêrê jê dibîne.

Ji xwe mirovekî ku di rayê wî de mirovatî û kurdayetî hebê wekî seydayê cigerxwîn dê bizanibe ku sedî sed têkiliyê jinê Kurd bi pêxember re çênebûye û dê zanibe ku ew ne tuxmê pêxembere û ew dê karibe cudayiya xwe ji şêxê Ereban baş bike.

De Kurdno li ser vê xwînê rojî girtin û pîrozkirina eyda Ereban çawaye dixwazim bizanim rastî.

Di nivîsa bê de peywendiya Başûr, Bakur, Rojhilat bi rojavaê Kurdistan ve dixwazim bi tiştên min dîtî û jiyayî binivîsim.

02.08.2013

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.