Asoyê Xewnê – Kurteçîrok

Di tarîtiya şevê de kesî kes ne didît. Yekser veçiniqî û ji xewa kûr şiyar bû. Bê kû dest bi meşa direj bike, di hestiyê milên xwede westandinekî giran hest dikir.
Ne dikari xwe bilivîne. Dîse jî tevayî hêza xwe li xwe komkir û li ser xwe rûnişt. Wekî ku wê kêliyê mêjiyê wî vala bû, di xetên dimenê hişê wîde tu tişt nebû.

Gelo çi di hizirî? Beri bi kêliyekê çi li bira wî bû? Ne dizani. Tistekî pir dûri wî bû. Di nava kûnçikên hişê xwe de şopa hindek bûyerên seyr didît. Mejiyê xwe di westand û di xwest bizane bê ka di xewde çi dîtiye?

Di gorepanekî text û firede di bezî, asimanê reş bi stêrkên rengînve xemilîbû. Lê ev ne wekî wan siterkan bûn kû di şevên tarîde jêrê bûbune heval.

Du rêkên dûr û direj wekî kadizê li pêş wî bun. Di asoyê rêka milê rastê de wêneyekî xweyi mijokî didît. Pir dûr bû û bi tem bû. Di asoyê rêka milê çepê de cinokekî sehrawî bi rengê rojê bangi wî dikîr.

Ew her di milê çepê re diçû. Bi xwe jî heya xwe ji daxwaza dilê xwe nebû, lê heyecan û germiya dilê wî ew kor kîribû. Êdi rû ne dida dîmenê xwe yê milê rastê. Ew her di bezî. Ji xwêdanê şil û pil bûbû. Di wê keliyê de bi hilçenîn ji xewê rabûbû.

Xwedanê bêhn bi laşê wî xistibû. Dema dit kû hevalê kêleka wî, serê xwe hîna li ser kulavpişte û di xewêdeye, hate bîra wî kû di rêka singbi singiyekî dijwar de ne.

Di tarîtiya şevê de ramanê wî, tenê bi wê xewnê re mijûl bû. Ne dizani bê ka çawa gihiştinê cihê ser.

Wekî xeyalekê bû her tişt. Tû caran wîsan lê nehatibû. Cihanekî derûnî, şerekî wekî cendekê wî rastteqîn û ewqasî jî awarte.

Çar kes bûn. Di nava çepêran de bi narincokan ve erdê pêş xwe dabune ber xwe. Qîjêniya mirovan tarîti di qelişand û deng vedida. Lê dengê dilê wî kesekî ne dibihist. Kêliyek bû, keliyekî kurt ji temenê mirov, keliyekî kurt ji temenê jiyanê. Gerdûn di nava wê kêliyê de kom bûbû. Hevalên wî yên bêcan yek bi yek  kêliya wî dagirtibûn. Mazlûmê piçûk dema ku hatibû pêş çavê wî, toza bimbê bi rondikên çavê wî ve girtibû û ew zûha kiribûn. Zani ku hinavê wî kelîn.

Dem lê teng bûbû,

Temen tera rondikên wî nekiribû.

Dizanî kû hina zindiye,

Xwîna wî bi parçê narincokê ve di gerî hîna…

Di laşê xwe de êş hest ne dikir. Wî jî ne dizanî bê ka ji çiye, lê coşî û kêfekî bê hempa ken bi devê wî xistibû. Ew şerê dojehi jêre wekî senfoniyekî şevê hişkesayi hatibû.

Ew di keni…

Di tevayi temenê xwe de qet ne hizirî bû ku wê bi ken biçe mirinê

Dise ji xewna wî ya wê şevê wekî hêzekî nihenî û veşartî ew dorpêç dikir.

Dema ku can di cendekê wîde ne ma, heya hevalê wî ji sitêrka ku ji asiman rijî, kenê lêvê wî û xewna wî ya kesnezan nebû. Tev jî wekî termê wî mabûne li wê rastê…bê kefen û bê qebir…

Gulan 2002

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.