8 ê Adarê

Îro heştê adarê ye. Kesên ku roja jina pîroz nekin nayêne hezkirin. Lê sedî not zilam jî arîşeyên xwe bi jinan re hene.
Ji xwe ewên ku bêjin wele jinên Kurd kolene derewan dikin. Kîjan mala Kurdan heye ku jin ne desthilate. Lê kesên qaşo şoreşkerin di bin navê xwe xesandinê de ala azadiya jinê bilind dikin lê di bin wê xwexesandinê de gelik tiştên seyr û ecêb derdikevin.
Wey halê wan zilama ku hefsarê xwe dayî dest.
Wekî dîtir jin û zilamên ku hevdû baş têbighêjin. Ez bo wana jî azadiyê bi rengekî dî şirove dikim. li gorî min

Hetanî ku ez koleyê hezkirinên xwe û hezkiriyê xwe bim ez azadim.
Jin dê bibe kole
tê bibe kuçik
jin dê bibe xwedawend
tê bibe xweda
jin dê bibe mehîn
tê bibe hesp
jin dê bibe cangor
tê bibe benî

Ew kesên ku ji hezkirinê para xwe negirtî koletî û azadiyê dikin tirşik. Ku ji wan bê dê xwe di heft qulan de veşêrin.

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.